Jina girtî di rîngê de rastî êrîşa leşkeran hat

14:25

JINHA

MELETÎ – Girtiya siyasî Ayşenur Aslan dema ku dê rakiribana nexweşxanê li rînga girtîgehê siwar kirin ji aliyê leşkerekê ve rastî êrîşa zayendî hat.

Hat zanîn ku dema girtiya siyasî Ayşenur Aslan ji Tîpa E ya Meletiyê bi rîngê dibirin nexweşxanê di rê de ji aliyê leşkerekê ve rastî êrîşa zayendî hatiye. Li gorî agahiyên evala wê ya li heman girtîgehê dimîne û berî çend rojan tahiliye bûyî daye; Ayşenur dema k udi 22 yê tebaxê de ji bo bibin nexweşxanê li rîngê siwar kirine, leşkerekê deriyê hucreya rîngê ya ku têdebûye zor dayê.

Dema ku leşkerê kilêda hucrê pêbu derî venekir, êrîşkar derî da zorê û bi gotinên: “Ezê vê tecawîz bikim” qêr dikir. Leşkerê deri dida zorê ji aliyê leşkerên dinê ve hat asteng kirin.

Dema ku Ayşenur buyer ji bijîşk û berpirsê rîngê re digot rastî gotinên weke “Leşkerên me wiha nake” hat.

Ayşenur derbarê leşkerê êrîşkar de li serî li dozgeriyê da.

(zt)