Dayikên Aştî dagirkirina Cerablûsê şermezarkirin
16:32
JINHA
STENBOL - Dayikên Aştiyê ku bi boneya Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin di hefteya 44'an de li ber Qesra Dolmabahçe kom bûn, dagirkirina Tirkiye ya Cerablusê şermezar kirin.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bi boneya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bixwazin û mutabakata Dolmabahçeyê dîsa têkeve meriyetê di hefteya 44'an de li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn û çalakî pêk anîn.
Dayikên Aştiyê, pankarta "Em rê nadin şer," û "Em diwazin maseya li Dolmabahçe hat xerakirin ji nûve bê avakirin" rakirin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz, ku her hefte di çalakiyan de cih digire, diyar kir ku ji bo vî şerî rawestînin têkoşînê didin û wiha got: "Divê her kes ji bo azadiya xwe, azadiya welatê xwe û azadiya mafê xwe li azadiya Ocalan jî xwedî derkevin." Fatmayê, dagirkeriya TSK'ê ya Cerablusê jî şermezar kir û xwest bi lezgîn dest ji dagirkeriyê bê berdan.
Nurşen Akbag jî anî ziman ku di vê pêvajoyê de bêtir pêdiviya wan ji aştiyê heye û xwest her kes ji bo aştiyê bêtir têbikoşin. Nurşenê, da zanîn ku ew li aliyeki ji bo aştiyê ew qas têkoşîna aştiyê didin, li aliyê din jî TSK diçe li dijî kurdan şer kur dike û got ku, ew wate nade çima ew qas li dijî kurdan şer kûr dikin. Nurşenê, bi lêv kir ku ew ê têkoşîna aştiyê heta dawî berdewam bikin.
(rc)