Şukran Atay bi hinceta ‘govend gerandiye’ hat binçavkirin
16:38
Tebax
31
/ 2016
JINHA
SÊRT - Şukran Atay a li Buzlupinar a Bedlîsê piştî kontrola rê ya HPG'iyan hatibû binçavkirin jî bi hinceta "govend gerandiye" hat girtin.
Li herêma Buzlupinar a di navbera Amed û Bedlîsê dema ku HPG'iyan kontrola rê kiribûn welatiyan govend gerandibûn. Piştî kontrola rê Şukran Atay a derketibû rê li têketina navçeya Xanahawêl a Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Şukran a derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Şukran a ji ber "govend gerandiye" girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
(zt)