Zextên ser çapemeniyê di rojeva meclisê dene

17:47

JINHA

ENQERE - Wekîlên HDP'ê êrîşên li ser Rojnameya Azadiya Welat û girtina Ozgur Gun TV anî rojeva meclîsê. HDP'ê sedema zextên li ser çapemeniya kurd a dema dawi pirsî.

Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û endama Komîsyona Lihevhatina Yekîtiya Ewropayê Feleknas Uca, sedema serdegirtina Rojnameya Azadiya Welat û girtina Ozgur Gun Tv. anî rojeva meclîsê. Feleknas bi pirsnameyekê ji Wezîrê Karên Hundir j Efkan Ala pirsî.

Feleknas, anî ziman ku sansur û zextên li ser çapemeniya azad mafê ragihandinê yê civakî binpe dike û ev yek bi awayekî dijwar fikarên me zêde dike. Feleknas, anî ziman ku çapemenî azad e û nayê sansurkirin û wiha got: "Dewletê mafê ragihandinê û xala 28'an a Çapemeniyê pir aşkere îhlal kiriye. Mafê civakê yê ragihandinê xistiye bin piyan. Ji bo vê yekê jî:

" Polîsan di 28'ê Kanûnê de bi ser avahiya Rojnameya Azadiya Welat a navçeya Rezan de girt û 23 xebatkarên rojnameyê binçavkirin. Binçavkirina ji aliyê tîmên taybet bi agahiya we pêk hatiye. Kê fermana vê serdegirtinê daye?

* Tê gotin serdegirtina avahiyê bi îdîaya "Li avahiyê civîna rêxistinê hatiye girtin" pêk hatiye. Ev rast e? Ger ku ev îdîa rast be, li gel ku rayedaran diyar kiriye ku ev der navenda Azadiya Welat a Fermî ye çima 25 kes hatin binçavkirin.

* Polîsan piştî binççavkirinê bi ser malên xebatkarên Azadiya Welat de girtin û deriyê malên wan şikandin. Ev îdîaya ku derî şikandin û darp kirin rast e? Sedema zagonî çiye?

* Polîsên bi ser Azadiya Welat de girtin girêdayî kijan yekîneyê ne. Çima kesên bi ser avahiyê de girtin, kesên bi rûpoş in û plakeya 44 bikar anîne. Söz konusu kişiler Diyarbakır dışında görev yapan kişiler midir? Çima kesên ji derve hatine bi ser avahiyê de girtine.

* Çima di demên dawî de bi awayekî sistematîk zextên li ser çapemeniya kurd zêde dibin?

(zt)