ROJEVA 01'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Rojnamegeran bertek nîşanê zextên li ser çapemeniya azad dan û gotin di dema zextan de hedefa yekem rojnamegerên rastiyan dinivîsîne û gotin: “Divê em bibin yek û hêza me ya herî mezin yekitiya me ye.”

*Jinên siyasetmedar û hiqûqnas diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tirkiyeyê dike taritiyê û got: “Em bang li hemû kesên aştiyê dixwazin, dikin li dijî tecrîdê bibin alî. Em bang li hemû rayagiştî ya demokratîk û hiqûqnasan dikin ku di alî aştiyê de bibin alî û di vê yekbûnê de cih bigirin.”

*Wênexêz Gulgun Îşbîle bi komeke hevalên xwe re li Seferîhîsarê kampa Hunera Teos ya komunal ava kir. Gulgun li vê kampa ku hatiye avakirin de dixwaze di pêşerojê de atoleyaya wêne, seramîk, daran, çerm mask veke.”

*3’emîn Pira li Stenbolê tê çêkirin ji destpêkê de rê li ber nîqaşan vekir û ji ber navê wê Yavuz Sultan Selîme jî mijareke din a nîqaşê ye. Jinên Elewî gotin ‘zîhniyeta xwîna xwişk-bira rizandin îro xwezayê qetil dike’ û gotin navê pirê jî peyameke.

*Hûnermendên NÇM’ê ya Êlihê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin. Hûnermendan tecrdê rast nedîtin û gotin “Eger îro ev tecrîd neyê şîkandin dê sibê qeyranek mezin çêbe.”

*OHAL’ê di sala nû ya perwerdehiyê de dibistan veguhertin girtîgehan. Ji aliyê rektoriya Zanîngeha Enqereyê ve li kampusa Cebesî li her derê kamera danî. Li Cebesiya ku zext û binçavkirin kêm nabin, kamera hatin bicih kirin û wê ber derê tuwaleta jinan jî bê şopandin.