'Hedefa yekem kesên rastiyê dinivîsine’
09:01
JINHA
STENBOL- Rojnamegeran bertek nîşanê zextên li ser çapemeniya azad dan û gotin di dema zextan de hedefa yekem rojnamegerên rastiyan dinivîsîne û gotin: “Divê em bibin yek û hêza me ya herî mezin yekitiya me ye.”
Piştî rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin şûnde Midûrê Karê Nivîsê û Gerînendeyê Giştî Zana Kaya û ji lijneya şêwirmendiya rojnameyê Asli Erdogan hatibû girtin. Piştre bi ser azadiya welat de hat girtin û 25 xebatkarên wê hatin binçavkirin. Weşana Ozgur Gun Tv hat girtin. Lê bi salane tevî hemû zextan li pêş xebata rojnamegeran astengî çênebû.
‘Ji ber komkujiyan nîşan didin rastî êrîşan tên’
Midûra Karê Nivîsê ya rojnameya Ozgur Gelecekê Asli Ceren Aslanê got êrîşên li dijî çapemaniya azad ji êrîşên li ser muxalefeta civakî ne serbixwene û got: “Ji ber ku çapemeniya azad komkujiyên li Kurdistanê nîşan da rastî êrîşê hat. Dewlet ditirse ku rastî derkeve holê. Naxwazin tiştên li Kurdistanê tê jiyîn li bajarên Tirkiyê bên bihistin. Ji bo em rastiyan nîşan bidin divê em ligel hev bin. Hêza me ya herî mezin yekitiya me ye.”
'Hedefa yekem rojnamegerin’
Ji rojnameya JINEPS’ê Încî Hekîmoglu jî got dema darbe pêk bê yakene tişta bê guhertin wê aktor bin û got: “Di demê zextan de her tim hedefa destpêkê çapemeniye. Hedefa destpêkê ya van operasyonan bêguman rojnamegerên rastiyê dinivîsîne.”
'Rojnameger divê bi hev re tevbigerin’
Înciyê balkişand ser girtina Asli Erdoganê û got: “Girtina kesên ku tenê çalakiya wan bikaranîna pênûsa wane, tê wateya teşîrbûna demokrasiya ku li welat tineye. Bi endamtiya rêxistinê tên girtin lê li dijî çapemeniya DAIŞ’ê tiştek nayê kirin. Divê rojnameger li gor rêgeza hevpar tevbigerin.”
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa TGS’ê ya Stenbolê Sevgîm Denîzalti jî got desthlatdarî hewl dide aliyê muxalîf bêdeng bike û beyî çapemeniya azad demokrasî ne pêkane.”
(nb/odk/hu)