'Navê li pira 3’emîn hatiye danîn ji bo Elewiyan peyameke’
09:04
JINHA
STENBOL- 3’emîn Pira li Stenbolê tê çêkirin ji destpêkê de rê li ber nîqaşan vekir û ji ber navê wê Yavuz Sultan Selîme jî mijareke din a nîqaşê ye. Jinên Elewî gotin ‘zîhniyeta xwîna xwişk-bira rizandin îro xwezayê qetil dike’ û gotin navê pirê jî peyameke.
Li Stenbolê ji roja ku 3’emîn Pir tê çêkirin bû sedema nîqaşên mezin û di rojê borî de hat vekirin û derket holê ku lêçûnên pirê gel dide. ji aliyê ekolojîstan ve wek ‘komkujiya xwezayê’ tê şîrovekirin û ji ber navê wê kirine Yavuz Sultan Selîm jî nîqaşek din bi xwe re anî. Welatiyên Elewî diyar kirin ku navê pirsê jî ji bo wan peyameke.
Dayika Berkîn Elvan ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Gulsum Elvanê got: “Yavuz Sultan Selîm kesê ku Elewî qetil kiriye. Navê pirê jî wek peyamekê ji bo Elewiyan hatiye dayîn.”
‘Ji vê zîhniyetê navek din nedihat payîn’
Hunermend Pinar Aydinlar jî got: “Zîhniyeta k udi seranserê dîrokê de ji bo texta xwe birayê xwe hişt, îro xwezayê qetil dike. Me ji zîhniyeta ku li Kurdistanê zarok qetilkirin navê Yaşar Kemal û Pîr Sultan nedipa. Emê li dijî zîyhniyeta kujer têkoşîna xwe mezin bikin.”
‘Li vî welatî her tişt bi zanebûn tê kirin’
Hunermend Nur Surerê jî got bi zanebûn navê Yavuz Sultan Selîm li pirê kirine û got li vî welatî her tişt bi zanebûn tê kirin.
Femînîst nivîskar Gulfer Akkaya jî got çêkirina pirê berika sermayê û muteahitên AKP’ê tije dike û got keza Stenbolê hatiye tinekirin.
(bk/odk/hu)