‘Eger îro tecrîd neyê şikandin dê sibê qeyranek mezin çêbe’
09:04
JINHA
ÊLIH – Hûnermendên NÇM’ê ya Êlihê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin. Hûnermendan tecrdê rast nedîtin û gotin “Eger îro ev tecrîd neyê şîkandin dê sibê qeyranek mezin çêbe.”
Bi hewldana darbeye û îlankirina OHAL’ê re tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe û tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê stendin. Gelê kurd jî ji rewşa Abdullah Ocalan bi guman in û ji bo wî di nav çalakiyan de ne. Hûnermendên Navenda Çanda Mîzginê ya Êlihê tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxandin. Hûnermendan diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, tecrîta li ser gelê kurd e û gotîn ku, bila dimîldest dawî li tecrîdê bê kirin.
‘Divê Ocalan azad bibe û rêya çareseriyê bê dîtin’
Hûnermenda kurd Jiyan Cûcî tecrîda ser Abdullah Ocalan, li ser gelê kurd wek gefek dÎt û wiha axivî: “Tecrîd bi serê xwe îşkenceyeke dijî mirovahiyê ye. Ligel vê yekê dema civatek kesekî wek Rêber hilbijartî be ew rêber nayê tecrîd kirin. Lê dewlet çi dike, Rêberê gelekî tecrîd dike. Niha li Kurdistanê rewşek awarte heye, pêwiste di vê pêvajoyê de tecrîd, hewldanên çareseriyê bên kirin. Her kes baş dizane ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye. Dewlet li şûna vê tecrîdê, divê Ocalan azad bike û rê ya çareseriyê bigere. Her kes baş dizane ku ev tecrîd ne di cih de ye divê dewlet vê baş binirxine û rewşa Ocalan baştir bike. “
‘Mirov nikare rêberekî tecrîd bike’
Dengbêj Zînet Algan jî got ku, divê gelê kurd ji bo şîkandina tecrîdê rabe ser piyan û xwedî li vîna xwe derkeve û wiha domand: “Eger îro ev tecrîd neyê şîkandin dê sibê qeyranek mezin çêbe. Ji ber vê yekê jî divê gelê kurd ji bo Rêberê xwe di nav çalakiyan de bin û nobetên azadiyê xurtir bikin.” Zînetê anî ziman ku Ocalan mimarê aştî û azadiya gelan. Lewra divê şert û mercên wî baş be û wiha pêde çû: “Tu gelekî bê rêber, rêberek jî bê gel nikarî bibinî. Gelê kurd jî Ocalan wek Rêber ji xwe re dît. Ocalan ji bo jiyanek azad û aştiyanê kete nav hewldanên mezin. Lê dewlet vê hewldanê baş nedît û ne nirxand. Li hemberî vê tecrîd da destpekir. Divê pêvajoyê de tecrîd ne di cih de ye. Divê tecrîd demildest rabe û ji bo aştiyê bi Ocalan re bikevin nav hewldanekî.”
‘Tecrîdekî ne ji rêzê ye awarte ye’
Şanoger Nazlî Akar jî bal kişand li ser kampanya KJA’yê ku bi dirûşmeya “Em xwedî li Serok, azadî û axa xwe derdikevin ” destpêkir û ev tişt got: “KJA’yê ji bo azadiya Ocalan kampanyeyek da destpêkirin. Ev kampanya ne heya 6 mehan, divê heya Ocalan azad bibe berdewam bike. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan em nikarin ji rêzê bibinin. Tecrîdekî awarteye. Em jî wek hûnermendan vê tecrîdê bi tund şermezar dikin û bang li hikûmetê dikin ku bila rewşa Ocalan jî raya giştî re bê parvekirin.”
(ho-za/rc)