Kampusa Cebesî bi OHAL’ê re kirin girtîgeha bi kamera!
09:05
Duygu Erol - Habîbe Eren / JINHA
ENQERE - OHAL’ê di sala nû ya perwerdehiyê de dibistan veguhertin girtîgehan. Ji aliyê rektoriya Zanîngeha Enqereyê ve li kampusa Cebesî li her derê kamera danî. Li Cebesiya ku zext û binçavkirin kêm nabin, kamera hatin bicih kirin û wê ber derê tuwaleta jinan jî bê şopandin.
Piştî hewldana darbeyê pêkanînên OHAL’ê ku xistin dewrê li her derê xwe dide hîskirin. Ji sala nû ya perwerdehiyê re demek kurt ma û rektoriya Zanîngeha Enqereyê li kampusa Cebesî ku fakulteya hiqûqê, fakuleya Zanistên siyasî û ya ragîhandinê lê ye, kamera bi cih kir. Ev pêkanîn jî nîşan dide ku wê gelek xwendekar û akademîsyen rastî zextê bên. Berê jî kampusa cebesî ji aliyê çapemeniya alîgir ve hedef hatibû nîşandan.
Li ber tuwaleta jinan kamera!
Kampus berê jî ji ber xeta xwe ya muxalîf rastî zext û êrîşan hatibû. Niha jî kamera li baxçe, kantîn, korîdorê dersê hatine bicihkirin. Her wiha li ber pirtûkane û tuwaleta jinan jî hatiye bicihkirin.
Li gorî agahiyên xebatkarên dibistanê dane, li gorî projeya destpêkê hinek kamera wê li tuwaletên nava avahiyan bê bicihkirin.
Kulîs ji bo xwendekaran çi îfade dike?
Xwendekarên dibistanê navê kulîsê li kantinê kirine û ji bo xwendekarên Fakulteya Ragîhandinê (ÎLEF) tenê ne kantîne. Bûyerên li Tirkiyeyê tên jiyîn tên nîqaşkirin û li vir çalakî û bernameyên xwe pêk tînin. Xwendekarên ÎLEF’ê li vir tenê siyasetê nakin. Di heman demê de dema ezmûnan heta sibehan li wir dimînin û xwendekar bi hevalên xwe re sohbetan dikin.”
(hu)