Aşina Şadî zarokên Kampa Aştî ziyaret kir
09:35
JINHA
SILÊMANÎ – Aşîna Şadî bi armanca piştevaniyê, zarokên êzidî yên ku rastî komkujiyan hatine û li qampan dimînin ziyaret kir.
Îro 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Lê ji hemû deman zêdetir şer u terorê cîhan xistiye nava tirs u bandora xwe. Li gelek cihan de jî aştî tenê buye xewnek, Zarok jî herdem qurbaniyên sereke yên wan şer û ne aramiyan bûne. Zarokên êzidî jî, ji vê tirs u zorî u zehmetiyê bê par nebûne. Kampa Aştî ya penaberên êzidî tê de hatine bi cîh kirin, li bajarokê Erbet ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ye. Aşina Şadî ku yek jineke kurde û li welatê Birîtaniya îngilistanê dimîne, xwest ku ji bo çend kêliyekan be jî dilê zarokên êzidî xweş bike. Ji ber wê yekê jî êvariya roja çarşemê bi şandeke Rêkxirawa Jinên Azad yên Kurdistan (RJAK) seredana Kampa Aştî ziyaret kir û ji zarokan re pêleystok belav kir.
Aşînayê diyar kir ku, wê xwestiya karekî mirovdostî ji bo zarokên Şengalê yên ku di kempê de jiyan dikin bike û wiha got: "Divê gelê başûr û bi taybet gelê bajarê Silêmaniyayê dest bidin destê zarokan û dilê wan xweş bikin. Ji ber van zarokan xizmên xwe û malbata xwe wenda kirine û travmayê şer dijîn."
Kampa Aştî piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê, di 2015'an de hat vekirin. Di kampa Aştî de 8500 zarokên êzidî jiyan dikin. Lê ji ber nebûna cihê leystinê u pêwîstiyên wanî rojane yên zarokitiyê neçarin ku dinava toz u xweliya kampê de bilîzin.
(şb/rc)