Ji Nisêbîna ku bi têlan hatî dorpêçkirin dengê aştiyê
10:37
JINHA
MÊRDÎN – Jinên Nisêbînê yên ku di nava şer, sînor û dîwarên bi têl de dijî, di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diyar kirin ku heya şer bi dawî nebe ew ê aştî pêk neyê.
LJinên Nisêbînê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de qala dexwaziyên xwe yê aştiyê kirin. Jinên ku ligel qedexe û tundiyê cardin tên cem hev anîn ziman ku, heya dîwarên di navbera sînoran de ranebe, cenaze neyên girtin, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe, kurd nebin xwedî nasname wê aştî pêk neyê.
'Em di roja aştiya cihanê de axê xwe dixwazin'
Medîne Yuce got: "Ji bo axên xwe em hatin kuştin. Ew zarokên xweşik û çav reş çûn, ji ber vê em xwedî li mîrateyê wan dertên û axên xwe terk nakin. Me axê kesek dagir nekiriye û ji bo wê şer nakin. Em ji bo axê xwe têdikoşin. Wer hesab bikin kincek we standiye û tên bi darê zorê ji te dikin. Ji bo van sînorên ku danîne jî di demek kurt de wê pîşman bibin û rakin. Dema ku em bûn xwedî nasname wê demê em ê azad bibin. Em di roja aştiya cîhanê de axê xwe dixwazin. Bila Rêberê me azad berdin û axê me radestî me bikin."
'Gava em bûn xwedî nasname û ax ew ê aştî pêk were'
Kumru Biçiş jî da zanîn ku, ew dixwazin di nava cîhanek de bi aramî bijîn û wiha got: "Em cîhanek ku têde nasnameyê me bê nasîn dixwazin. Em jiyan û cîhana bi sînor naxwazin. Gava em azad bibin ew ê aştî pêk were. Dema li Nisêbînê têlên sînoran bên rakirin û cenazeyan bidin malbatan ew ê aştî pêk were. Gava em bûn xwedî nasname û ax ew ê aştî pêk were."
Hatîce Çetîn jî ev tişt got: "Ji bo vê axê me gelek berdêlên giran da. Heya sînor û têl li Nisêbînê neyên rakirin ew ê aştî pêk neyê."
‘Cenazeyên me hîna li wir in'
Nebîle Muldirê jî bi lêv kir ku ew aştî ji bo ku mirin pêk neyê dixwaze û wiha domand: "Em naxwazin Nisêbîn weke berê be, lê belê hîna cenazeyên me li wirin."
Kaniya Onuçtu jî anî ziman ku ew ne alîgirê mrinê û şer in û got: "Bila sînor rabin aştî pêk were. Fadile Ozçelik jî destnîşan kir ku, heya têlên di navbera Nisêbînê de neyên rakirin aştî ne pêkaneye.
Necat Dîzme jî wiha axivî: "Ji bo ku em nebin şahidê komkujiyên din, em cihê şer aştiyê dixwazin."
(kom/rc)