Çîgdem hîn biçuk hat zewicandin û rastî tundiyê hat
11:19
JINHA
AMED – Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jina bi navê Çigdem Pala ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hate qetil kirin. Cinarên Çîgdem gotin ku, divê êdî komkujiyên li ser jinan bê rawestadin dewlet divê gav bavêje. Cîranan xwestin ku bi lez kujerê Çigdemê bê dîtin û giranî bê ceza kirin.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jina bi navê Çigdem Pala (24) ji aliyê hevserê xwe ve bi çekê hate qetil kirin. hat zanîn ku, Çigdem bi şîdeta sîstematîk hatiye kuştin. Piştî ku hate qetil kirin kujerê wê Dogan reviya û nayê zanîn li ku derê ye. Cînarên Çigdemê diyar kirin ku di temenên xweyê biçuk de bi zorê hatiye zewicandin û hertim bi şîdetê re rû bi rû dima. Cînaran xwestin ku kujer Dogan bê girtin. Cînaran gotin ku, Çigdem hertim jiyaneke gelek dijwar de berxwedaye, Dogan Pala jî berbendê madeyê buye û hertim li Çîgdemê şîdet dikir.
Çigdem di zarokatya xwe de dayik û bavê xwe wenda dike. Gava ku dayik û bavê wê jiyana xwe dest didin dapîra Çîgdemê 4 xwişk û birayên wê li gel pismamê wê Dogan Pala xwedî dike. Çîgdem di temenên biçuk de berpirsyara xwişk û birayên xwe digire. Çîgdem hîna biçuk bi Dogan re tê zawicandin. Dogan hertim tundî û êrîşê wê dikir. Çigdem hertim ji xwişk û birayên xwe re dibû piştgirî û ji bo xwedîkirina wan kedek mezin dida.
Şeva ku Çîgdem hatî qetil kirin, kurê wê yê 6 salî bang li cînaran kiribû û ji wan re gotibu: “Bavê min dayika min dixe ” bi vî awayî alîkarî xwesti bû. Gava ku cînar diçin hawarê dibînin ku Çigdem bi çekê hatiye kuştin.
Cinarên Çîgdem gotin ku, divê êdî komkujiyên li ser jinan bê rawestadin, dewlet divê gav bavêje. Cîranan xwestin ku bi lez kujerê Çigdemê bê dîtin û bigiranî bê ceza kirin.
(ra-şa/zt)