Peyama KJK’ê ya 1’ê Îlonê: Pêşeroja azad bi berxwedanê dê bê avakirin

12:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê: Em bang li alîgirên azadî, aştî û demokrasiyê dikin, ku berxwedanê geş bikin. Girîng e jin, ciwan û hemû hêzên şoreşger û demokratîk bi ruhê berxwedanê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê silav bikin.”

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi hêvî û baweriya ku em ê cîhaneke azad û aştiyane ava bikin, em 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû jinan, bindest û kedkaran pîroz dikin." KJK'ê bi wesîleya rojê, şehîdên di oxira aştî, demokrasî û azadiyê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.

KJK'ê bibîr xist, ku sedsala 21'an veguheriye sedsaleke ji kaos û şerên giran û got, "Polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst û netewe dewletan ên xwe ji serdestî, mêtîngerî û kaosê xwedî dikin, Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê."

KJK'ê da zanîn, polîtîkayên zayendîparêz ên li hemberî jinan, mêtîngerî, talankirina mafan, şîdet û qirkirina jinê roj bi roj li erdnîgariya Rojhilata Navîn weke pêleke êrîşê ya rêk û pêk zêde dibin û wiha dewam kir: "Li dijî van êrîşên qirkirina jin û civakê, ku weke 3. Şerê Cîhanê xwe dide der, bi yekîtî, rêxistinî û têkoşîna hevpar a bindestan re em dikarin sedsala 21'an veguherînin sedsala aştî, biratî, azadî û demokrasiyê."

KJK'ê destnîşan kir, navenda Şerê 3. ê Cîhanê Rojhilata Navîn û Sûriye ye û işaret bi dagirkirina Cerablûsê û êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê kir, ku hikûmeta AKP-Erdogan tevî komên xwe yên çete yên weke DAIŞ'ê pêk tîne. Li dijî vî şerê hegemonîk ê ku gefê li siberoja mirovahiyê dixwe, hêza herî girîng a li ber xwe dide jin û gelê Kurdistanê ne. Berxwedana hevpar a gelan û sîtema civaka demokratîk û azad a ku di nava Şoreşa Rojava de şênber bûye, bûye tirsa dilê hêzên hegemonîk û netewe dewletên li Kurdistanê serdest in. Hikûmeta Erdogan-AKP'ê polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan ji sînorê Tirkiyeyê derbas kiriye û xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Ewçend bêperwa bûye, ku niha êrîşên xwe yên hovane yên rejîma tekparêz, faşîst û dîktatoriyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li dijî Kurdan, gelên cuda, civatên çandî û baweriyan dimeşîne."

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hat ragihandin, polîtîkaya herî xetere ya ku desthilatdariya Erdogan-AKP'ê dimeşîne û dikare Tirkiyeyê bixe nava şerekî naxweyî, êrîşên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal hat kişandin ser fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê zêde bûne.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêrsa gelê me difûre. Tevî gelek bangên tevgera me û çalakiyên gelê me jî bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê girtin û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Ev yek asta xetere ya rewşê radixe pêş çavan. AKP bi êgir dilîze. Ev êrîş û hewldana xetere ya li dijî Rêberê me û êrîşên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, encama israra siyaseta tinekirin-înkarê ya desthilatdariya faşîst a AKP'ê ye. Ev êrîş hemû, pêngaveke nû ya êrîşê ya komploya navneteweyî ye. Êdî pêwîstiyeke neçarî ye, ku divê gelê me û alîgirên azadî û demokrasiyê li hemberî van êrîşan bi rengekî radîkal têbikoşin. Divê were dîtin, ku azadiya Rêber Apo wê bibe wesîleya aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Lewma jin, gelên me û dostên me divê li dora Rêberê me li hev bicivin û em li bendê ne ku li her cihî bi rengekî bênavber çalakiyên radîkal lidar bixin."

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser berxwedana yekbûyî ya gelan a hêzên QSD'ê bi pêşengiya YPG/YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê li dijî her şêwe êrîşên DAIŞ'ê û rejîmê nîşan didin û destnîşan kir, ku ev berxwedan ji bo siberojeke azad hêviyê dide gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. KJK'ê da xuyakirin, ku gavên ji bo avakirin û parastina Federasyona Bakurê Sûriyeyê, planên hêzên hegemonîk ji hev dixin û diyar kir, bi ruhê yekîtiya neteweyî, mezinkirina berxwedana li dijî êrîşan û xwedîderketina li destketiyên Şoreşa Rojava, erk û berpirsyariyeke dîrokî ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, faşîzma Erdogan hemû hêzên demokrasiyê, kedkar, jin û bindestan hedef digire û hat gotin, "Ji 15'ê Tîrmehê û vir ve, hewl dide êrîşên xwe yên faşîst, bi veşartina li pişt darbekaran, rewşa bike. Bi polîtîkayên şerker û êrîşkar ên xwe ji zilm û xwînê xwedî dike re, Tirkiye hem li hundir hem jî li derve xistiye rewşeke ku bi her kesî re şer dike û hewl dide li ser vê rewşa kaosê dîktatoriya xwe misoger bike. Dagirkirina Sûriyeyê, êrîşên li dijî Rojava encama van polîtîkayên hegemonîk e. Li hemberî gavên hikûmeta Erdogan-AKP'ê, ku bi înkarkirina Kurdan û dijberiya xwe ya li demokrasiyê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne, berxwedana gelê me û tevgera me ya azadiyê, tevî hemû berdêlên giran jî bi biryardariyeke mezin dewam dike. Bêguman divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, li dijî vê dîktatoriya faşîst, têkoşîna hevpar a gelê me û tevgera me ya azadiyê xurtir bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyona KJK'ê bang li hemû jinan, hêzên çep, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û alîgirên demokrasî, azadî û aştiyê kir, ku berxwedanê geş bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li jinan, ciwanan, hêzên şoreşger û demokrasiyê dikin ku bi ruhê berxwedanê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê silav bikin. Siberoja azad wê bi berxwedana mirovên ji bo cîhaneke bê şer û bê mêtîngerî têdikoşin ava bibe."

(kom/zt)