Li Başûrê Kurdistanê Eniya Demokrasiya Gel hat avakirin

12:33

JINHA

KERKUK - Li Başûrê Kurdistanê, bi navê Eniya Demokrasiya Gel tevgereke nû hat ragihandin. Di daxuyaniya li ser ragihandina tevgerê de hat destnîşankirin, ku eniya demokrasiyê wê pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê re bike.

Li Başûrê Kurdistanê, bi navê Eniya Demokrasiya Gel tevgereke nû hat ragihandin. Di daxuyaniya li ser ragihandina tevgerê de hat destnîşankirin, ku eniya demokrasiyê wê pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê re bike. Eniya Demokrasiya Gel, ji aliyê komek ji rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û aktîvîstan ve li bajarê Kerkûkê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Daxuyaniya îlankirina Eniyê ji aliyê Dr. Mihemed Kiyanî ve hat xwendin.

Dr. Mihemed destnîşan kir ku pîvana bingehîn a Eniya Demokrasiya Gel; demokrasî, azadî û heqîqet e û wiha domand: “Eniya Demokrasiya Gel wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê bixebite û pêşengiyê ji têkoşîna demokratîkbûna herêmê û rêxistinbûna jin û ciwanan re bike. Eniya Demokrasiya Gel wê ji bo birêxistinkirina sîstema rêveberiya Iraqê têbikoşe û li ser bingeha Konfedralîzma Demokratîk xebatên xwe bimeşîne.”

Mihemed bang li hemû komên etnîkî û baweriyên cuda kir, ku di bin banê Eniya Demokrasiya Gel de cih bigirin.

(şb/zt)