‘Atolye ya Girtîgeha Amedê û darbeyê’ hat vekirin
13:23
JINHA
AMED - Navend Koordînasyonê ya Muzeya Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê bi boneya îşkenceya li Zindana Amedê pêk hatiye xêz bike Atolyeya Wêneyan vekir.
Navend Koordînasyonê ya Muzeya Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê, ji bo wêneyên îşkenceya darbe û darbekaran li ser tabloyan xêz bike li Parka Sumerê ya Amedê Atolyeya Wêneyan vekir. Atolyeya wêneyan ku bi 20 wênesazan cih girt, dê hovîtî û îşkenceya ku li Zindana Amedê pêk hatiye li ser tabloyan bineqişîne. Endama Koordînasyona Muze Sultan Şafak, anî ziman ku piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'an leşkeran îşkence û hovîtiya giran kirin û ji bo ew vê yekê bînin ziman dê li ser tabloyan bineqişînin.
Serokê Komeleya 78'an Gani Alkan jî anî ziman ku ku ji bo rastiya îşkenceya 12'ê Îlonê derkeve holê dê piştgiriyê bidin atolyeyê.
(kom/zt)