Cenazeyê Çîgdem Îldan dê bînin Amedê

13:26

JINHA

DÎLOK - Cenazeyê Cîgdem Îldan a li Sûrê di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin û li Dîlokê hat definkirin ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Amedê ve derketin rê.

Cenazeyê Çîgdem Îldan a li navçeya Sûrê ya Amedê di berxwedana xwerêveberiyê de hate qetilkirin di 31'ê Adarê de anîn Dîlokê û ji ber ku nehatibû teşhîskirin di 16'ê Nîsanê de li Goristana Yeşîlkentê hatibû definkirin. Piştî testa DNA dayika wê Fazîlet Îldan û xizmên wê hatin Dîlokê. Cenazeyê Çîgdem ji aliyê malbat û rêveberên MEYADER'ê ve ji Goristana Yeşîlkentê li cihê hate definkirin hate derxistin û hate wergirtin. Cenaze ber bi Amedê ve derxistin rê.

(pz/zt)