Kongreya Star: Misogeriya aştiyê bi bilindkirina têkoşînê dibe
13:53
JINHA
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, bi bilindkirina têkoşînê û xwedîderketina sîstema federaliya demokratîk dê aştî û azadî misoger bibe.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di dîrokê de hertim daxwaza gelan aştî û demokrasî ye, lê sîstemên desthilatdar ev daxwaz binpêkirine û berjewendiyên xwe esas girtine, nirxên mirovahiyê bi qirkirin, tunekirin û talankirinê re rûbirû maye, lê gelên aştîxwaz tucar serî netewandine, liberxwe dane û bi têkoşîna xwe ev xwestek bilind kirine."
Di sedsala 21'an de ku sîstemên desthilatdar di bin navê demokrasî û çareserkirina krîzên heyî hîna zêdetir şer dane pêş û dengê aştiyê qut kirine, îro di roja aştiya cîhanê de şereke hîna dijwartir û hovtir tê meşandin. Li dijî vê li Rojhilata Navîn şoreşa gelan û bi taybet gelê kurd bi salane ji bo aştiyeke mayînde û azadiya xwe li ber xwe dide, projeyên çareseriyê ji bo hemû gelan pêşkêş dike. Lê belê ev xeta çareserî û aştiyê rastê êrîşên hovane tê. Êrîşên ku îro li ser gelê me û hemû gelên azadîxwaz pêk tên, bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku mîmarê felsefeya aştî û azadiya gelan e, gihîştiye lûtkeya xwe. Herwiha bi êrîşên li ser rojava, bakurê Kurdistanê, dagirkirina Sûriyê, dixwazin dengê aştî û azadiyê bibirin. Lê belê ev kiryarên şerxwaz li ber çavên raya giştî ya cîhanê pêk tên, bê ku rastê tu bertekan werin, komkujiyan pêk tînin."
Di roja Aştiya Cîhanê de em wek jinên Rojavayê Kurdistanê bang li hemû mirovên aştîxwaz dikin ku li hember hovîtiya dewleta Tirkiyeyê ya li Cerablûsê komkujiyan pêk tîne, sivîlan qetil dike, êrîşê Rojava dike û wiha jî şerê li herêmê kûrtir dike, bibin xwedî helwest. Em ji gelên xwe, bi taybet jî jinan jî dixwazin ku li beramberî van êrîşan bi ruhê aştîxwazî û azadîxwaziyê xwedî li nirxên şoreşê derkevin. Têkoşîna azadiyê bilind bikin. Sîstema Federal Demokratîk a ku misogeriya aştiya li Sûriyê û Rojhilata Navîn e, xwedî derkevin. Li ser vê bingehê dê destûra bingehîn a vê pergalê ji bo jinan û gelan bibe aştî û azadiya rasteqîn."
(rc)