Li Rojava hunermend ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
14:10
JINHA
RIMÊLAN - Hunermendên Kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Kantona Cizîrê hunermendên TEV- ÇAND'ê bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan. Di meşê de herî bêtir jî komên zarokan ên hunerî beşdarî bûn. Hunermendên ku bi erbane û defê meşa xwe pêk anîn dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berzkirin. Zarokên hunermend ku cilên gelêrî li xwe kirin û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û afîrşên "Em ê bi xeyalên xwe yên zarokatî Rêberê xwe azad bikin" hilgirtin.
Meşa hunermendan ji navenda TEV-ÇAND a Rimêlan a Aram Tîgran despêkir û li nava sûka Girkê legê rawestiya. Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê TEV-ÇAND'ê Silêman Îbrahîm axaftin kir. Silêman di serî de roja aştiya cîhanê li gelê kurd û cîhanê pîroz kir û da zanîn ku, li beramberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rêberek aştîxwaz e, tecrîd pêk tê. Silêman got ku, ew ê wek hunermendên di nav şoreşê de dawîkirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK'ê daxwaz dikin.
Meşa hunermendên TEV-ÇAND'ê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
(rd/rc)