Bi boneya 1'ê Îlonê li Til Temir û Amûdê daxuyanî hat dayîn
14:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Til Temir û Amûdê ya Kantona Cizîrê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek dan.
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temirê endamên rêveberiyên Kongra Star, sazî û rêxistinên jinan; Mala Jinê, mamosteyên Akademiya Ziman, Peymangeha Şehîd Jiyan û endamên Buroya Pêwendiyên Dîplomatîk a Kongreya Star bi daxuyaniyeke hevbeş 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kirin û daxwaziya aştiya mayînde di cîhanê de anîn ziman.
Daxuyanî ji hêla rêvebera Kongreya Star a bajarê Til Temir Gulîxan Tahir ve hate xwendin. Gulîxanê diyar kir ku, li Rojhilata Navîn di salên dawî de gel rastî komkujiyên mezin hatine û wiha got: " Ev hemû tê wateya xerakirina têkiliyên civakiye. Ji ber vî şer û komkujiyan, di salên borî de, gelek sîstm hatin hilweşandin, gelek şoreş pêk hatin. Lê hîna jî qetlaîm, şer û xirabiyên sistema desthilatdar dawî lê nehatiye. Ligel her şert û mecê gel dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernade."
Gulîxanê bal kişand ser êrîşên desthilatdariyê û wiha pêde çû: "Zihniyeta desthilatdar naxwaze çareserî pêk were. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirkiyê gelek komkujiyan bi ser gel pêk tîne, mînaka herî li ber çavan komkujiya Dîlok û Cerablûsê ye. Em wekî Kongra Star û rêxistinên jinan, bi boneya roja Aştiyê ya Cîhanê, dixwazin hemû gel li herêmên xwe bi aramî bijîn. Em bang li hemû saziyên mirovahiyê û hêzên ku niha şerê hev dikin, êdî dawî li van pevçûnan bînin. Li herêmê bigihîjin çareseriyê."
Daxuyanî bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Biratiya Gelan" dawî bû.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê jî di roja Aştiyê ya Cîhanê de, karkeran daxuyaniyek dan û bertek nîşanî êrîşên dagirker ên li ser bakûrê Sûriyê ku bi destên deweleta Tirkiyê tê kirin dan. Daxuyanî li ber kargeha Çîmento ya bajar bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin.
Di daxuyaniya karkeran ya ku ji aliyê Mehmûd Berkê ve hatî xwendin de wiha hat gotin: "Di 1'ê Îlona 1939'an de şerê cîhanê yê yekemîn bi serkêşiya Hîtlerê faşîst li dijî gelan destpêkir. Di vî şerê de herî kêm 5 milyon zarok, jin, pîr û kal, ciwan û sivîl jiyana xwe ji dest dan. NY di sala 1981'an biryar da ku ev roj wek Roja Aştiya Cîhanê were nasîn û pîrozkirin. Lê belê hîna jî şer û pevçûnên pir giran li herêmê dewam dikin. Êrîşên li ser Cerablûsê jî gava dawî ya şerê herêmê ye."
Mehmûd rola gelê kurd di aştiya cîhanê de anî ziman û ji raya giştî xwest li beramberî Hîtlerê hemdem Recep Tayîp Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê têkoşîna biratî û hevgirtina gelan bilind bikin.
(sş/rh/rc)