Gelê Til Koçer li hember dagirkeriya Tirkiyeyê daketin qada

15:54

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Niştecihên bajaroka Til Koçer ku piraniya wan gelê Ereb in, li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê meş pêk anîn.

Polîtîka û kiryarên dewleta Tirkiyê ku bajarê Bakûrê Sûriyê Cerablûs dagir kiriye û heya niha bi dehan sivîl hatine qetilkirin, rastî nerazîbûnên tund ên gel tê. Li bajarokê Til Koçer a girêdayî Girkê Legê ya Kantona Cizîrê, welatiyên ku piraniya wan Ereb in, meşeke girseyî lidar xistin.

Di meşa ku gel ji navada Paymangeha Zanistê ya bajarok despêkir de, alên YPG-YPJ'ê, TEV-DEM'ê, PYD'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate hilgirtin û pankarta "Na ji dagirkeriya Cerablûsê" û "Em piştgiriya gelê xwe yê Cerablûsê dikin" bi zimanê Erebî hatibû nivîsin, hate hilgirtin. Di meşê de tevlîbûna berçav a jinan jî bal kişand. Hevserokê Meclîsa Gel a Til Koçer Newaf Xedihan axivî û bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirkiyê li bakûrê Sûriyê û wiha got: "Em wek gelê Ereb nema wek berê dagirkeriyê, zilmê û desthilatdariyê qebûl bikin. îro em di nav şoreşê de ne û bi felsefeya Rêber Apo em ê hemû dagirkeran ji xaka Sûriyê derxînin. Em ji dewleta Tirkiyê re dibêjin em ê Sûriyê bikin goristana çete û dagirkeran."

Di dawiya meşê de gel li gor çanda Erebî govend gerand û diûşmeyê "Bijî Berxwedan" berzkirin.

(rd/gb/rc)