Ji bo rakirina tecrîdê jinan ji CPT re name şandin

17:08

JINHA

EDENE – Jinan ji bo rakirina tecrîdê ji CPT re name şandin.

Kordinasyona Kongreye Jinên Azad (KJA) ya Edeneyê di çarçoveya kampanya “Ez li Rêbertiya xwe, ax û azadiya xwe xwedî derdikevim” a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane despêkirin de ji CPT re name nivîsîn. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî di navê de jin hatin ber PTT ya bazara Edeneyê.

Meral got: “Ger dixwazin aştî bê vî welatî divê demek ji ya din zutir li gel birêz Ocalan hevdîtinê bikin. Ji bo rakirina tecrîdê em niha ji CPT re name dişînin.”

Piştî axaftinan jin bi çepikan ketin hindirê postanê û nameyên xwe şandin.

(fz/zt)