Bêtehmuliya polisan a li hember ‘aştiyê’!

18:23

JINHA

STENBOL – Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di çalakiya ku Meclisa Dayikên Aştiyê derxistî de polisan pankartên di çarçoveya aştiyê de hatîn nivîsîn qetandin.

Bi boneya 1’ê Cîhanê Roja Aştiya Cîhanê li Meydana Galatasaraya Stenbolê Meclisa Dayikên Aştiyê li hev kombun. Dayikên aştiyê dibin dorpêça polisan de daxuyanî dan. Dayikan di daxuyaniyê de pankrtên “Di Kurdistan û cîhanê de aştî” û “Di welatê me de aştî, di cîhanê de aştî” rakirin.

Perihan Akbulut daxuyanî xwend û got: “Em li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku welatê me jî di navê dene roja aştiyê di nava şer û qeyîranê de pêşewazî dikin. Aştî rastiyeke.”

'Çalakî qêrîna kêr gihaye hestiye'

Perihan bertek nîşanî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike da û wiha domand: “Di 5’ê îlonê de dê 50 heval dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger bikin. Em dayikên aştiyê jî dixwazin demek ji ya din zutir ev agir bê vemirandin, pirsgirêka kurd bê çareserkirin, tecrîd bê rakirin û muzakere bên despêkirin.

Piştî daxuyaniyê polisan êrîş kirin û pankart qetandin. Polisên xwestin dayikên aştiyê bigirin binçavan ji ber berxwedana jinan gav paşde dan. Dayikên Aştiyê heya ber avahiya HDP’ê meşiyan û çalakiya xwe dawî kirin.

(ga/zt)