Perwerdeya zarokên Navenda Bêrîvanê bi stranên kurdî dawî bû

19:30

JINHA

WAN - Navenda Çand û Hûnera Bêrîvanê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê, bi şano stranên kurdî ve dawî li perwerdeya zarokan a îsal kir.Pişra jî karneyên zarokan hat dayin.

Navenda Çand û Hûnera Bêrîvanê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşa Wanê, bi stranên kurdî şano û lîstikan dawî li perwerdeya zarokan a salê anî. Bi tevlîbuna Hevserokê Şaredariya Rêya Armûşê Veysel Keser û gelek malbatan li gel zarokên xwe despê kir. Hevserokê Rêya Armûşê Veysel Keser axavî.

Zaroka bi navê Berfîn Bozkurt a 11 salî jî diyar kir ku perwerde ji bo wê pir giringe û wiha got: "5 mehe ez têm perwerdeyê. Bi mamoste û hevalan re demê min pir xweş derbas dibe. Bila hemû kes bê serlêdan ê bike û perwerdeyê bi zimanê xwe bibîne. Carek din jî min rêkin ez ê dîsa biçim."

(hk-db/zt)