Nûçegihanê DİHA yê Sebahattîn Koyunce girtin
08:17
JINHA
ŞIRNEX - Nûçegîhanê DİHA yê Sebahattîn Koyunce di 26'e Tebaxê de Silopiya hatibû binçavkirin, serbest hatibû berdan, li ser itiraza dozgeriyê bi hincetên parvekirinên medyaya civakî hat girtin.
Di 23'yê Tebaxê de li navçeya Silopiya Şirnexê de di serdagirtina malan de nûçegîhanê DİHA yê Sebahattîn Koyuncu hatibû binçavkirin, di 26'ê Tabaxê de derxistin Dadgerê Cezayê Silopiyê serbest hat berdan. Li ser itiraza dozgerê Cizîrê dîsa hat binçavkirin û birin Dadgerê Cezayê Sûlhê yê Cizîrê. Roportajên bi wekîlên HDP'ê re û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî hincet dan nîşan, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
(zt)