Endama YPS-JIN Çîgdem Îldan ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin

08:37

JINHA

AMED – Endama YPS-JIN Çîgdem Îldan (Jiyan Şer) a ku di berxwedana Surê ya 103 rojan de jiyana xwe ji dest da û piştî mehan cenazê wê hat teşhiskirin li warê wê ber bi bêdawiyê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan (Jiyan Şer) a li dijî dorpêça li ser navçeya Sûr a Amedê dema berxwedanê hate qetilkirin û cenazeyê wê piştî 6 mehan hate teşxîskirin, piştî encamên DNA’yê, ji goristana bêkasan a li Dîlokê hate wergirtin û ew anîn Amedê. Di merasîmê de ku li Goristana Yenîkoyê hate lidarxistin, malbat, MEYA-DER, Wekîla HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û bi sedan welatî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî, jinan darbest girtin ser milên xwe û anîn Goristana Yenîkoyê. Dûvre cenazeyê Îldan spartin axê. Dayik Fazîle Îldan a alên kesk, sor û ser li ser laçika xwe girêdabû, got; “Fermandara Amed û Licê bû keça min.”

Hevserokê MEYA-DER’ê Hasan Çepe sersaxî ji malbatê re xweşt û bi bîr xist ku Çîgdem bi berxwedana dîrok nivîsiye. Hasan, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê nîşan da, got di roja aştiyê de dayik zarokên xwe dispêrin axê.

Di merasîmê de birayê Çîgdem Nîhat Îldan jî diyar kir ku gelê Kurd soza aştiyê daye şehîdên xwe û wiha got: “Yek kes heye ku dikare aştiyê pêk bîne, ew jî Serok Apo ye. Lewre jî divê demildest hevdîtin pêk werin. Ne gelê Kurd ne jî şehîdên me serî li ber zilma vê dewletê tewandine, wê netewînin jî.”

Sersaxiya ji bo Çîgdem wê sibehê li pişt Sîteya Toptanciyan DÎSK’ê, li Mala Sersaxiyê ya Temranlar bê qebûlkirin.

(kom/zt)