Ji 24 xebatkarên Azadiya Welat 13 hatin berdan
08:38
JINHA
AMED - Ji 24 xebatkarên rojnameya Azadiya Welat ên di 28’ê tebaxê de hatibûn binçavkirin 13 xebatkar piştî îfadeyên emniyetê serbest hatin berdan û kar û barên îfadeyan 11 xebatkaran jî didome.
Di 28’ê tebaxê de polîsên tîmên teybet û sivîl bi ser buroya belavkariyê ya Azadiya Welat a Amedê ve girtibûn û 24 xebatkarên wê binçavkiribûn û 5 roj in li Midûriyeta Polîsan a Amedê hatin ragirtin. Ji 24 xebatkarên rojnameyê 13 kes piştî 5 rojan îfadeyên wan hatin girtin û piştî îfadeyan serbest hatin berdan. Kar û barên îfadeyên 11 xebatkarên din li emniyetê didome.
Xebatkarên serbest hatin berdan ev in: Ahmet Kizilay, Ahmet Boltan,Veysî Altîn,Ercan Yeltaş, Mehmet Aydin, Mehmet Emîn Aygun,Azîme Tarhan, Sureyya Dal, Berxwedan Tulpar, Mehmet Huseyîn Şahîn,
Cengîz Arslan, Ziyan Karahan û Ceylan Îpek
(kom/zt)