ROJEVA 02'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên li Çukurovayê li baxçeyê lîmanan dixebitin, ji ber şert û mercên bê ewle bi gazincin. Jinan sîgorteya çandiniyê xwestin û got bi pereyekî kêm dixebitin. Jinan gotin dema ji baxçe diçin malê vê carê karê malê dikin.

*Ebu Gunayê balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan û got: “Em têkoşîna hiqûqî dimeşînin lê ya tecrîdê bişikîne têkoşîna gelê kurd e.”

*Li Guatemalayê jinên herêmî ji bo motîf û desenên çêkirî yên ku parçeyeke girîng a çanda Mayaye ji şîrketên tekelê biparêzin hatin cem hev û komeleyek ava kirin, kes û çanda xwe diparêzin û li dijî şîdeta mêr jî di nava piştevaniyê de ne. Jinan serî li Dadgeha Destura Bingehîn dan û xwestin mafê mulkiyetê ya motîfên maya bên tescîlkirin.

*Li 9 rojnamegerên ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê Nobeta Nûçeyan girtin lêpirsîn hat destpêkirin. Derya Oatan û Çîlem Kuçukkeleş ku têkildarî wan de lê pirsîn hatiye destpêkirin û gotin: “Çi dibe bila bibe emê li cem Ozgur Gundemê bin û emê xwedî li rojnamegeran derkevin.”

*Femînîst nivîskar-aktîvîst Handan Koç bi pirtûka xwe ya bi navê ‘li dijî muhafazakariyê femînîzm’ rolên bi salane li jinan hatiye ferzkirin digire dest.

*Bi munasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jinan bang kirin ku divê aştî pêk bê û got: “Divê em xeteke berxwedanê ya hevpar rêxistin bikin û li dijî kesên şer dixwazin, di aştiyê de israr bikin.”