Ebru Gunay: Berxwedana gel wê tecrîdê bişikîne

09:03

Vîldan Atmaca-Nîşmiye Guler/JINHA

WAN – Ebu Gunayê balkişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan û got: “Em têkoşîna hiqûqî dimeşînin lê ya tecrîdê bişikîne têkoşîna gelê kurd e.”

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ebru Gunayê diyar kir ku wan li gel Wezareta Dadê serî li CPT û NY’ê dane û got: “Em dipên ku bên lêkolîneke bêalî bikin.”

Ebruyê diyar kir ku tecrîda Îmraliyê ya 18 sale berdewam dike bi hewldana darbeyê ya 15’ê Tebaxê re ketiye asteke din û got: “Em keti pêvajoyek bi fikar û giran. Di dîroka Îmraliyê de astek nû tê jiyîn. Tecrîdê her tim berdewam kir. Lê piştî 15’ê tebaxê ket asteke din.

‘Daxuyanî baweriyê nadin me’

Ebruyê got sibeha 16’ê Tîrmehê li îdareya girtîgehê geriyane û rewaşa muvekîlê xwe Abdullah Ocalan pirsîne û got: “Me daxwaz kir ku parêzer û malbat biçi hevdîtinê. Ji me re gotin li Gravê her tim di rê de ye. Ji me re gotin Wezareta Dadê di mijara hevdîtinê de xwedî gotine.”

Hinceta Wezareta Dadê: Koster xerabeye

Ebruyê wiha got: “Peywira parêzer eve ku muvekîlê xwe bibîne û rewşa tenduristiya wî hîn bike. ji bo fikarên me ji holê rabin divê em bi muvekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ev 18 sale li Îmraliyê pêkanînên keyfî pêk tên. Piştî 16-17’ê Tîrmehê ji bo serdozgeriya komara Bursayê nivîs nivîsî. Dozgeriyê wê şevê got ‘koster xerabeye.’

Ebruyê di berdewamiy axaftina xwe de diyar kir ku OHAL piştî 15’ê Tîrmehê li Tirkiye û Kurdistanê hatiye destpêkirin ji xwe her tim li Îmraliyê hebû û got beriya kanûna OHAL’ê bikeve meriyetê li Girava Îmraliyê ket dewrê.

'Me bi koda lezgîn serî li CPT da’

Ebruyê destnîşan kir ku bi koda lezgîn serî li CPT dane û got hevdîtin pêk bê neyê nizanin lê daxwaza wan eve ku biçin. Ebruyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Kurdistanê tecrîd giran bûye. Zext û şîdet zêde bûye. Tecrîda li Îmraliyê jî li ser gelê Kurde. Îro dîsa ya tecrîdê bişikîne têkoşîna gelê Kurde. Lîderekî ku dibêje azadiya min azadiya gelê Kurde û gelekî piştgiriyê dide wî heye.Gel divê zêdetir bi hestiyar be û di têkoşînê de aktîf cih bigire.”

(hu)