'Li dijî lêpirsînan piştevaniya bi çapemeniya azad re berdewame’
09:04
JINHA
STENBOL- Li 9 rojnamegerên ku ji bo piştevaniya Ozgur Gundemê Nobeta Nûçeyan girtin lêpirsîn hat destpêkirin. Derya Oatan û Çîlem Kuçukkeleş ku têkildarî wan de lê pirsîn hatiye destpêkirin û gotin: “Çi dibe bila bibe emê li cem Ozgur Gundemê bin û emê xwedî li rojnamegeran derkevin.”
8’emîn Dadgeriya Cezaya Sul a Stnebolê li 9 kesên ku ji bo piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundemê lêpirsîn da destpêkirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda HDP’ê Çîlem Kuçukkeleş û Koordînatora Weşana Giştî ya Ozgur Radyoyê Der Okatan ku têkildarî wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin gotin ew ê li dijî zextan di nava piştevaniyê de bin.
‘Emê li gel Ozgur Gundemê bin’
Derya Okatanê got teblîgatek ji wê re nehatiye û ji çapemeniyê hîn kiriye ku gazî îfadeyê kirin eû got: “Li dijî lêpirsînên li ser Ozgur Gundemê me xwest em ligel wan bin. Lê rojnamegeriyê dikin sûc. Yên rastiyan dinivîsin dikin hedef. Asli Erdogan û Necmiye Alpay hatin girtin. Dixwazin pêşî li piştevaniyê bigirin û mirovan bitirsînin. Çi dibe bila bibe emê ligel Ozgur Gundemê bin.”
Çîlem Kuçukkeleşê jî got: “Ger îfadeyek bê dayîn emê bi hevalên xwe re çi bikeve para me wê bikin. Rojname rojnameya me hemûyane. Ez xwe wek endamê rojnameyê dibînim û ji ber vê miin nobet girt. Îfade ji me girtin jî wê ji van gotinan ne zêdetir be. Emê barê rojnameyê bi hev re rabikin.”
(bk/odk/hu)