Jin: Em xeta berxwedanê rêxitsin bikin, di aştiyê de israr bikin

09:07

Gulfidan Ataman/JINHA

STENBOL- Bi munasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê jinan bang kirin ku divê aştî pêk bê û got: “Divê em xeteke berxwedanê ya hevpar rêxistin bikin û li dijî kesên şer dixwazin, di aştiyê de israr bikin.”

Jin bi munasebeta 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê di 3’ê îlonê de saet di 17’an de li ber Operaya Sureya a Kadikoyê bên cem hev. Di vê çalakiyê de wê jin li dijî bombe û ablukayan aştî, demokrasî û azadiyê biqîre.

‘Jinên ciwan bila ji bo aştiyê dakevin qadan’

Hevseroka SGDF’ê Ozgen Sadetê got ev saleke şahidiya komkujî û mirinên şer kirin e û divê li ser navê bindestan li qadan bin û got: “Di pêvajoya şer de herî zêde jin tên mexdur kirin.” Ozgenê balkişan ser şer û komkujiyên tên jiyînê û bang li hemû bindset û jinên ciwan kir k udi 1’ê îlonê de li qadan aştiyê biqîrin.

‘Divê em di aştiyê de israr bikin’

Endama BÎKG’ê Feray Mertoglu got jinan û LGBTÎ’yan li dijî kesên şer dixwazin berxwedan meşandine û aştiyê dixwazin û got: “Dixwazin Tirkiyeyê li gorî lîstikên şer yên Rojhilata Navîn bi teşe bikin.Divê em li dijî vê din av hewldanan de bin. Divê em xeta berxwedanekê rêxistin bikin û li dijî kesên şer dixwazin, di aştiyê de israr bikin.”

Endama Rêveberiya Navendî ya HDK’ê Nuran Yilmazê jî got divê jin û ciwan di mîtîngên 1’ê îlonê de cih bigirin û got ancax jin û gel vê pêvajoyê bidin meşandin. Nuranê got şer herî zêde jinan mexdur dike û got divê herî zêde jî jin di aştiyê de israr bikin.

Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navenda HDK’ê Ayşegul Îyîdoganê jî bang kir û di aştiyê de bi israr bin û di 3’ê îlonê deli qada bin.

(odk/hu)