Zehra Dogan amedekkariya pêşengeha 'Bakûr' dike
10:39
JINHA
MÊRDÎN - Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan ya ku li Nisêbînê bi hinceta nûçe û resmandinê hat girtin. Zehrayê li girtîgehê resmandinê berdewam dike û amedekariya pêşengha 'Bakûr' dike.
Edîtora me Zehra Dogan li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî 14'ê adarê 'qedexeyê derketinê' hat îlankirin, bi mehan nûçe şopand. Zehrayê di 21' Tîrmehê de bi hinceta îfade derbarê wê de heye hat binçavkirin. Li dadgehê piştî îfadeyê wê bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin.
Amedekariya pêşengeha 'Bakûr' dike
Zehrayê di pêvajoya şerê Nisêbînê de bi nûçe û wênexêziyê xwe rewşa şer ji raya giştî re radighand. Li girtîgehê Zehrayê niha hem wênexêziyê dike hem jî amedekariya pêşnegeha 'Bakûr' dike. Pêşengeh wê di Cotmehê de li Navenda Çand û Kongreya Amedê de pêk were.
(rc)