Çanda hişk kirina xwarinên zivistanê ji nifş heya nifş berdewam dike

11:02

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo di navbera nifşan de têkiliyê xweştir bike pîr, kal û ciwan anîn cem hev.

Mala Dilbêrên Mezin a bi ser Midûrtiya Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo di navbera nifşan de têkiliyê xweştir bike bi çalakiyekê rabû. Çalakî li Beşa Pîr û kalan a Sumerparkê hat lidarxistin, pîr, kal û ciwan ji bo hişkirina îsot û balîcanan bi hev re xebitîn. Pîr, kal û ciwanan bi kêrê binikê îsot û balîcanên dolmê derxistin, navika wan vala kir û ew di benî re birin. Paşî jî îsot û balîcan ji bo hişkirinê li baxçeyî hatin daliqandin. Bi van îsot û balîcanan zivistanê dê xwarin bêne çêkirin û wê xwarinê bidin pîr û kalan.

Midûrê Şaxa Alîkarî û Xizmetên Civakî Abdurrahman Karakoyun, diyar kir ku bi vê kiryarê ew dixwazin têkiliya navbera ciwan, kal û pîran xweştir bibe da ku ev çanda berê di nav ciwanên nû de jî bê zanîn û belav bibe.

(kom/zt)