Li Seravê îstismara zayendî li zaroka 10 salî hat kirin
11:20
JINHA
WAN – Derket holê ku li Seravê 2 kesan îstismara zayendî li zaroka 10 salî kiriye. Dema ku jinan zarok girtin bin parastinê derket holê ku salekê îstismara zayendî berdewam kiriye.
Di çarçoveya xebatên Muduriya Politikayên Jin û Malbatan a Şaredariya Serava Wanê de derket holê ku zaroka 10 salî ratî îstismara zayendî hatiye. Hat zanîn ku zarok salekê bi tevahî ji aliyê pismanên xwe ve rastî îstismara zayendî hatiye. Hat zanîn ku dema jinan zarok girtiye bin parastinê 2 kes jî hatine girtin.
Girêdayî mijarê jinên xebatkarên şaredariyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Endama Meclisa Şaredariyê Kaniye Şeker diyar kir ku li hember îstismara zayendiya zarokan dê têkoşîna topyekun bidin despêkirin. Kaniye da zanîn ku pergal bi qasî tê xwestin ceza neda êrîşkarên îstismara zayendî dikin.
'Dê têkoşîna me bidome'
Kaniye, destnîşan kir ku şideta ser jinan sucê mirovahiyê ye û wiha domand: “Emê heya dawiyê li hember şidetê û newekheviya ser jinan tê meşandin têkoşînê bikin.
Piştî daxuyaniyê jinan pankartên weke “Ji îstismara zayendî û tecawîzê re na”, “Ji tecawîzê re na” û “Em çareseriya mayînde dixwazin” rakirin û 5 deqe çalakiya runiştinê lidarxstin.
(ng/zt)