CRA: Di tebaxê de 2 rojnameger hatin qetilkirin 22 hatin girtin

12:00

JINHA

AMED – CRA yê di derbarê zêdebûna êrîşên ser çapemiya azad de daxuyaniyek niviskî da û got: “Di meha tebaxê de 2 rojnameger hatin qetilkirin, 22 hatin girtin û 113 saziyên çapemeniye hatin kilit kirin.”

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) yê bi daxuyaniyek niviskî bîlançoya êrîşên meha tebaxê ser çapemeniya azad hatî kirin kuştin û girtina rojnamegeran li gel kilîdkirina deriyên buroya xebatên wan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wihaye; “Zextên li ser çapemeniyê di meha tebaxê de gihişt asta herî jor. Herî zêde di vê mehê de saziyên çapemeniyê hatin girtin. Herî zêde di vê mehê xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin dûrxistin û herî zêde di vê mehê de polîsan bi ser weşanên çapemeniya azad de girtin û xebatkarên çapemeniya azad binçavkirin.

Dema mirov li bîlançoya tebaxê dinêre dibîne ku zext gelek zêde bûne. Di meha tebaxê de 2 rojnameger hatin qetilkirin. 100 rojnameger hatin binçavkirin û ji 100 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 22 rojnameger hatin girtin. Ji 100 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 56 rojnameger rastî muameleya xerab hatin.

Buroya Navendî ya Rojnamseya Azadiya Welat û Navneda Rojnameya Ozgur Gundemê rastî serdegirtinê hatin. Der barê 6 rojnamegeran de doz hatin vekirin. Di meha tebaxê de 34 Rojname, 13 kovar, 17 qanalên televîsyonan, 23 radyo, 23 weşanxane, 3 Ajansên Nûçeyan hatin girtin. Bi giştî 113 saziyên çapemeniyê hatin kilîtkirin. Di vê pêvajoyê de ji bo 4 bûyerên cuda RTUK'ê biryara qedexeya weşanê anî. Der barê 4 weşanan de biryara komkirinê hat dayin. Malperên JINHA, DÎHA û Azadiya Welat gelek caran rastî sansurê hatin. Bi sedan xebatkarên çapemeniyê ji kar hatin dûrxistin. Heri dawî Ozgur Gun TV ku bi kurdî weşanê dike hat reşkirin.

Ev tablo rastiya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiye nîşan dide. Ev nîşan dide ku çapemenî çiqas ne azad e. Nîşan dide ku çiqas di bin zext û tundiya dewletê û hikûmetê de ye. Em wekî Cemiyeta Rojnamegerên Azad hemû êrişên li ser çapemeniyê şermezar dikin û dixwazin demek berî demekê rojnamegerên girtî serbest bên berdan û zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibe.”

(zt)