Leşkeran welatiyên Kobanê gulebaran kirin 6 welatî birîndarin
12:01
JINHA
KOBANÊ - Leşkeran welatiyên Kobanê yên ku li ser sînor di nobetê de ne gulebaran kirin, 6 sivîl birîndar bûn.
Welatiyên Kobanê yên li ser sînor li dijî hewldana dagirkirina artêşa tirk a Rojava nobetê digirin rastî êrîşa leşkerên tirk hatin. Leşkeran sivîl gulebaran kirin û bombeyên gazê avêtin wan. Di êrîşa leşkeran de 6 sivîl birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Her wiha ava şid jî avêtin çalakvanên li ser sînor.
Li hember vê yekê şêniyên Kobanê kom bi kom ber bi sînor ve diherikin. Welatî bê navber diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê, diqîrin.
(zt)