YAKAKOOP’ê bi ninubusan ve afîş daleqandin
12:49
JINHA
WAN – YAKAKOOP’ê di çarçoveya proja, "Min lîstok dizanî bû rastî " de bi minubusên navçe û gundan ve afîş daleqandin û belavok belav kirin.
Kooperatifa Îstihdam û Çanda Derdorê ya Navenda Jiyana Jinan a Wanê (YAKAKOP) ji bo balkişandina ser zewaca zarokan berdewama projeya “Em porê bukan û rihê zavayan ên temenê wan bin 18’an de çênakin” niha jî amadekariya proja “Min lîstok dizanî bû rastî " kirine. Ji jinên proje amdekirî seroka YAKAKOOP’ê Gulmay Gumuşhan û jinên ku pêrebûn li otogara navçeyan afîşên bi sernivisên “Xatirê te zarokatiya min, ji zewaca zarokan re na û zarokan ne zewicîne jiyana wan reş neke” daleqandin. Jinan ji bo wesayitan belavok belavdikirin û di derbarê projeyê de ew agahdar kirin.
Gulmay di derbarê projeyê de agahî da û diyar kir ku wan beriya sê salan dest bi vê projê kiriye û her diçe bertekên erênî digirin. Gulmay da zanîn ku dê li afîş û belavokên xwe bi wesayitên navçe û gundan ve kirinê berdewam bikin. Gulmay destnîşan kir ku dê xebatên xwe li qehwexaneyan jî berdewam bikin û di derbarê projeyê de ji esnafan baldarî xwestin.
(hk/zt)