Gelê Silêmanî û Çemçemalê heya dawiya tecrîdê li ser piyanin
13:01
JINHA
SİLÊMANÎ - Li Silêmaniyeyê, ji bo rakirina tecrîdê, bi pêşengiya Tevgera Azadî çalakiya nobedê destpê kir. Li Çemçemalê jî meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.
Tevgera Azadî duh li Parka Nalî ya li Silêmaniyeyê, ji bo du rojan konê nobedê veda. Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmaniyeyê Hecî Azad li ser çalakiyê axivî û bang li gelê li Başûrê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe. Hecî diyar kir, ew ê ji niha û pê ve çalakiyên xwe li her çar alî dewam bikin.
Di daxuyaniya li ser navê Rêxistina Tevgera Azadî ya Silêmaniyeyê de hat gotin, "Dewleta Tirk bi tecrîdê bersivê dide têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Rêberê me. Banga me li raya giştî ya navneteweyî ye; divê li pêşberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin. Girîng e raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya însanî rabin. Em dixwazin tecrîd derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe."
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê jî, tecrîd bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê Tevgera Azadî, RJAK û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Li dû meşa li navenda navçeyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemedî li vir axivî û got ku, rabûna li ber tecrîda li ser Ocalan erka bingehîn a welatparêziyê ye. Rihan ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest bi ruhê seferberiyê xwedî li Ocalan derkeve.
Rihan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û got, "Pêwendiya van êrîşan yekser bi tecrîdê heye." Rihan da zanîn, ku tecrîda li ser Ocalan dewama polîtîkaya tinehesibandina Kurdan e û got, "Em ê ti carî vê qebûl nekin. Îro, sibe, dusib, heta azadiya Rêberê me em ê çalakiyên xwe bidomînin."
(şb/zt)