Jinên ciwan dest bi hemleyê paqijkirina goristanê kir
13:40
JINHA
HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Hesekê, hemleyê paqijkirina Goristana Şehîd Dijwar dan destpêkirin a gundê Dawidiyê pêngavek da destpê kirin.
Di çarçoveya kar û xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê, hemleyeke paqijkirina Goristan Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi awayekî heftana hate destpê kirin. Bi dehan jinên ku tevlî hemlê bûne, dora goristanê paqij kirin û dar, kûlîlk avdan.
Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Agirî Hesekê diyar kir ku ew nirx didin kedê kesên jiyana xwe di têkoşînaji dest dane û got ku ji ber vê ew hemleyê paqijiyê dane destpêkirin.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Robîn Omer jî wiha got: " Me bi rihê têkoşîne şoreşgerî ev hemle daye destpêkirin, goristana şehîd Dijwar ji bo me cihekî pîroz û bi nirx e. Bila dayikên şehîdan bizanibin ku em ê tu carî şehîdên xwe ji bîr nakin."
Hêjayê gotinê ye ku, hemleya paqijkirinê dê her roja pêncşemê were pêk anîn.
(ee/rc)