Jimara birîndarên Kobanê giha 40 kesan

13:53

JINHA

KOBANÊ – Welatiyên Kobanê li hember ser sînor dîwar çêkirina leşkerên tirkan nerazîbûn nîşan dan, di çalakiyê de leşkeran welatî gulebaran kirin 40 kes birîndarin.

Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Neîsan Ehmed da xuyakirin, ku êrîşa leşkerên Tirk ên li ser sînorê Kobanê de 40 sivîl birîndar bûne. Gelê Kobanê ev hefteyeke li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser sînor nobedê digire. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker danê vê sibehê gule li gel reşandin. Ji ber vê êrîşê 40 sivîl birîndar bûn. Gelê Kobanê yê bi vê êrîşê hesiya, herikî ser sînor. Birîndar li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin.

Berxwedana gel a li ser sînor dewam dike.

(zt)