Leşkeran di gulebarana Kobanê de ciwanek qetilkirin
14:05
JINHA
KOBANÊ - Leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ku danê vê sibehê bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî şêniyên Kobanê yên li ser sînor kirin, ciwanekî 17 salî qetil kirin.
Şêniyên Kobanê ku ev hefteyeke li dijî lêkirina dîwarê dagirkeriyê li ser sînor nobedê digirin, danê vê sibehê bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk ên dagirker. Di encama gulereşandinê de, li gorî rêveberekî Heyva Sor a Kurdistanê 40 kes birîndar bûn. Hat ragihandin, ku di vê êrîşê de ciwanekî 17 salî jiyana xwe ji dest daye.
Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên bi rêya hesabê xwe yê twîtterê diyar kir, ku sekvanên artêşa Tirk li cihê bilind bi cih bûne û guleyan ber didin gel. Henîfe Hisên anî ziman, ku di encama vê êrîşa sekvanên Tirk de ciwanekî jiyana xwe ji dest daye.
(kom/zt)