Kongra Star têkîldarê êrîşên ser sînora Kobanê daxuyanî da
16:42
JINHA
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Star têkîldarê êrîşên dewleta Tirkiyeyê ya li ser sînorê Kobanê ku di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 80'î sivîl birîndar bû daxuyaniyek nivîskî weşand.
Li Kantona Kobanê piştî artêşa Tirkiyeyê Carablusê dagirkir û dîwarê şermê li ser sînor dest bi lêkirina dîwarên şermê kir gel nerazîbûna xwe nîşan kir û dest bi çalakiya nobta sînor kir. Îro artêşa Tirkiyeyê êrîş bir ser çalakvanên nobedarê sînor û di encama êrîşê de 7 kes bi giranî 50'î kes birîndar bûn û ciwanek 17'e salî jiyana xwe ji dest da. Têkîldarê bûyerê Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya Kongra Star bi vî aweyî ye:
"Gelê kurd û pêkhatiyên wê ji bo parastina pergala demokratîk ya federasyona Bakûrê Sûriye – Rojava berdêlên mezin dide. Tirkiyeyê axa Rojava dagir dike û êrîş li hemberi Rojava pêktîne. Piştî dagirkirina Cerablûsê niha ji hewl dide dîwarê şermê li ser sînora Kobanê lêbike. Li hember vê yeke gelê Kobanê jî nerazibuna xwe nîşan da. Li hember dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê çalakiya nobetê li ser sînor destpêkir. Gelê Kobanê dagirkeriya devleta Tirk li ser axa xwe qebul nake. Dewleta Tirk bi hovitiya çeteyên xwe dixwaze rojhilata navin vegerine gola xwîne. Di êrişa li diji gelê Kobanê de ciwanekî 17 salî hat qetil kirin û zêdetir 80 sîvîl birîndar bûn.
Em wek Kongra Star êrîsa devleta Tirk li hemberî miroven sîvîl li Rojava bi tundî şermezar dikin. Em bedengiye hêzên navnetewî jî şermezar dikin. Mafê Tirkiyeyê nîne êrîs li hemberi miroven sîvîl li Rojava pêk bîne, lê hêzên navnetwî bi bedengiya xwe destur didin vê yekê. Em bang li rayagiştî, sazî û rêxistinên demokratîk, aştîxwaz û yên mafê mirova û nav netewî dikin ku tavîle helwest li hemberî dewlete Tirk were dayîn.
Em heta dawî çalakiyên xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berdewam bikin. Em di serî de bang jin û tevahî gele xwe dikin da ku li hemberî hovîtiya devleta Tirk bi bertek û çalakiyên xwe bi rengekî serhildanê pêşbixin."
(gb/rc)