Di êrîşên ser Kobanê de 2 ciwan hatin qetilkirin gelek birîndar hene
19:24
JINHA
KOBANÊ - Di encama êrîşa leşkerên tirk de ku li ser sînorê Kobanê li dar xistin, 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. 9 kes ji ber gulebaranê û 80 kes jî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn.
Leşkerên Tirk ên dagirker, li dijî gelê Kobanê ku ji ber lêkirina dîwarê dagirkeriyê di roja 7’emîn de nobeda xwe didomîne, bi guleyên rast û bombeyên gazê êrîş kirin, 2 ciwan qetil kirin, 9 kes ji ber gulebaranê û 80 kes jî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. Birîndar li Nexweşxaneya Emel a Kobanê tên dermankirin. Hate ragihandin ku ji ciwanên jiyana xwe ji dest dane, navê yekî Bozan Heco ye.
(kom/zt)