ROJEVA 03'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Jinên li Şirnexê di konên berxwedanê de jiyana xwe berdewam dikin bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Rêber Apo damara me ye. dewlet bila sebra me nepîve. Bila demildest tecrîda li ser rabe.”

*Tîma futbolê ya Amedê Amedspor, eleqeya jinan a ji bo futbolê zêde dike. Rumeysa Mergulê got Amedspor gelê Kurd temsîl dike û got wê îsal li trîbunan bin.

* Bertekên gel yên li dijî tayînkirina kayyuman a şaredariyên DBP'ê her diçin zêde dibin. Jinên Amedê diyar kirin ku ger hikûmet îradeya wan nas neke wê ew jî kayyumên bê nas neke û got wê nehêlin ew kar bikin.

* Nerîman Koçhan (Yildiz Gabar) piştî Şengal azad bû şûnde di şoreşa Kobanê de cih Girt û di berxwedana Nisêbînê de meşiya nemiriyê.

* Fatma Çevîk ya 50 sal şûnde neçar ma ji ber qedexeya li Sûrê ji wir derkeve got: "Tenê daxwazek min heye ku ez carek din Sûrê bibînim." Fatmayê got êrîşê jiyan û piştevaniya li Sûrê kirine.

* Jinan daxwaz kirin ku hikûmet bersivê bide deklerasyona KCK û deklerasyonên dîrokî ya DBP, KCD, HDP, HDK û KJA'yê. Jinan got : "Bila pêngava şênber bê avêtin û bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin."

* Di 1972'an de berxwedana bi pêşengiya girtiyan destpê kir di 2016'an de jî didome.ligel di navberê de evqas sal derbas bûye jî desthilatdarî dixwaze Kurdan di çarçoveya polîtîkayên têkbirinê de biçewisîne. Gelê Kurd jî berxwedana xwe her tim li dijî vê mezin kir. Piştî li Rojava statu hat qezenckirin şûnde li her derê Kurdistanê komkujî hatin jiyîn û pêşiya hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan hat girtin. Di 5'ê îlonê de greva birçîbûnê wê destpêkirin û yekane daxwaza wê jî azadiya Ocalan û vegera li pêvajoya muzakereyê ye.

* Tevgera Jinên Ciwan li Kobanê xebateke berfireh a perwerdeyê daye destpêkirin. Têkîldarê hemleyê perwerdehiyê Endama Rêvbera TJC'ê Arîn Gabar nirxandin kir.

* Rêvebera Kongreya Star di derbarê dagirkirina Cerablûsê nirxand û diyar kir ku, êrîş li hember sîstema Federal a Rojava-Bakûrê Sûriyê pêk hatiye û got ku, bi tecrîdê re dixwazin gelê kurd tangav bikin.

* Rêvebira Rêxistina Heyva Sor Nesrîn Dawûd diyar kir ku, ji ber dorpêça li ser herêmê derman kême û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.