Jin: Divê demildest bersivê bidin deklerasyonê

09:07

JINHA

AMED/STENBOL - Jinan daxwaz kirin ku hikûmet bersivê bide deklerasyona KCK û deklerasyonên dîrokî ya DBP, KCD, HDP, HDK û KJA'yê. Jinan got : "Bila pêngava şênber bê avêtin û bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê kirin."

Di dema ku li Tirkiyeyê şer kûrtir bibû KCK'ê deklerasyona aştiyê weşand û piştî vê komkujiya Dîlokê û piştre jî êrîşên Cerablusê destpêkiribûn. Ji bo Aştiyê yekane navnîşan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû nîşan dan û ev 513 roje hevdîtin pê re nayê kirin. DBP, KCD, HDP, HDK û KJA'yê bi vê daxwazê îlan kirin ku wê di 5'ê îlonê de 50 siyasetmedar bikevin greva birçîbûnê. Jinan diyar kirin ku her du deklerasyon gelek girîngin û got divê hikûmet bersivê bide van deklerasyonan.

Buket Maçîn: "Em jin deklerasyona KCK'ê girîng dibînin û divê demildest bersiv bê dayîn. Divê bi komkujiyan pêşî li aştiyê negirin. Divê delwet daxwaza gelan bibîne û pêşiya azaidya Birêz Ocalan vekin. Deklerasyona KCK'ê gelek girînge. Dewlet divê vê baldar bigire û pêngavek şênber bavêje.

Amara Peraçîn: " Hêzên dewletê li dijî jinan û hemû kesên demokrasiyê dixwaze şerek daye destpêkirin. Ji ber vê KCK'ê daxuyaniyek girîng daye. Ji bo pêvajoya muzakereyê destpê bike divê rêberê Gelê Kurd azad be.

Elmas Avci: "Bi taybet divê jin xwedî li van bangan derkevin. Em dayik ji 5'ê îlonê şûnde wê melhefên reş girêdin. Ji ber rêbertî azad nebe aştî ne pêkane. Ji bo dayik melhefên reş nede serê xwe divê dewlet pêngavê bavêje.

Mukkader Avci: "Divê hemû gel xwedî li deklerasyonê derkevin û demokasiyê biqîrin. KCK'ê di vê dema herî dijwar de dîsa muzakere aşkera kir lê dewletê bi komkujiya Dîlokê hewl da serê vê bigire. di her daxwaza aştiyê de komkujî tê kirin. Em êdî mirin û komkujiyan naxwazin. Divê dewlet pêngavê bavêje. "

Derya Ozatay: "Hêvîdarim daxwaza hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê cih. Divê gel jî bibe destek. Di greva din de jî em xwendekar ketibûn girevê."

Zeynep Kalaç: "Demek dirêje li Kurdistanê şer heye. Ev bi qedexeyên derketina derve rewa kirin. Em vê bi teqînên li Stenbol û Eqereyê dibînin. Bi salane şoreşger ketin grevan. Pir caran bersiva xwe dîtiye. Grev çalakiyên di cih de ne."

Ozge Akyuz: "Grevên birçîbûnê yên dorneveger nokteya dawî ye. ger parlamenter bikevin girevê wisa xuyaye ku hikûmetê hemû kanal girtine. Niha OHAL heye. Ji 7'ê Hezîranê şûnde şerekî dijwar tê meşandin. Destnedana parlamenteran hat rakirin."

Zeynep Atîlla: "Ger rêbazên hiqûqê dibêjin divê girtî bi malbat û parlametneran re hevdîtinê bike û ev neyê kirin grev û çalakî wê pêk bên. Divê gel mafê xwe biparêzin û xwedî lê derkevin."

Dîla Taşçi: "Her çiqas PKK, KCK behsa aştiyê bike jî wek gotina Yalçin Akdogan ya 'hun ancax lingê maseya çareseriyê bigirin' gelek daxuyanî hatine dayîn. Grevên birçîbûnê çareya dawîne. Em baweriya gel a bi aştiyê dizanin. Gelê Kurd ti car rêbertiya xwe bêxwedî nehişt.Em vê berxwedanê silav dikin."

Ozge Ozbîlgî: "Ger girse zêde bibe wê encam bê girtin. Di dawiya vê çalakiyê de dikare agahî bê girtin parêzer hevdîtinê bikin."

(kom/hu)