Li dijî bêhiqûqiya dewletê grevên birçîbûnê

09:08

JINHA

AMED - Di 1972'an de berxwedana bi pêşengiya girtiyan destpê kir di 2016'an de jî didome.ligel di navberê de evqas sal derbas bûye jî desthilatdarî dixwaze Kurdan di çarçoveya polîtîkayên têkbirinê de biçewisîne. Gelê Kurd jî berxwedana xwe her tim li dijî vê mezin kir. Piştî li Rojava statu hat qezenckirin şûnde li her derê Kurdistanê komkujî hatin jiyîn û pêşiya hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan hat girtin. Di 5'ê îlonê de greva birçîbûnê wê destpêkirin û yekane daxwaza wê jî azadiya Ocalan û vegera li pêvajoya muzakereyê ye.

Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di Nîsana 1972'an de li Mamakê greva birçîbûnê ya 12 rojan dda destpêkirin. Beriya darbeya 12'ê îlonê û piştê wê jî grev hatin destpêkirin. Bi taybet girtîgehên Metrîs, Mamak û Amedê li pêş bûn. Li Metrîsê di 1984'an de 3 kes di greva birçîbûnê de mirin. Di 14'ê Tebaxa 1983'an de rêveberiya girtîgehê zext li girtiyan kirin û Çepa şoreşger û TÎKB'ê di 11'ê Nîsana 1984'an de grev dan destpÊkirin. 400 girtî tevlî bûn û grev di roja 45'an de vegeriya rojiya mirinê.

Daxwaza grevê; rakirina pêkanîna cilê yek tîp, dawîkirina îşkenceyan, sererastkirina şert û mercên mirovahî bû. Abdullah Meral (63 rojan), Haydar Başbag, Fatîh Oktulmuş (66 rojan) û Hasan Telcî (72 rojan) jiyana xwe ji dest dan. Zeynel Polat jî 75 rojan greva xwe berdewam kir. Di 1985'an de 35 kes di grevê de man. Di sibata 1986'an de dawî li pêkanîna cilan hat û grev sekinîn.

2 hezar û 174 girtî di greva birçîbûnê de bû û 355 ketin greva rojiya mirinê

Di Tîrmeha 1987'an de li girtîgeha Sagmacilarê 50 girtiyî dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev girev li girtîgehên din belav bû. Di 13'ê Tebaxa 1987'an de di encama hevdîtinên rayedarên TAYAD'ê re daxwaz hatin qetbûlkirin, grev bi dawî bûn. Di 1988'an de li girtîgeha Amedê Mehmet Emîn Yavuz di girevê de jiyana xwe jid est da. Di 1996'an de bi giştînameya Gulanê ya Mehmet Agar ji bo girtîgehan derxist li girtîgehan hat protestorkirin û grev hatin destpêkirin. Li 43 girtîgehan belav bû. bi tevahî 2174 girtî ketin grevê û 355 girtî tevlî rojiya mirinê bûn.

Di bin navê operasyona vegera jiyanê de îmze avêtin komkjiyan

Yekem greva birçîbûnê li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji aliyê girtiyên PKK'ê ve hat destpêkirin. Di dawiya vê de 12 kesî jiyana xwe ji dest da. Bi guherîna hikûmetê re vê carê Şevket Kazan ev giştîname betal kir. Gireveke din ya girseyî jî di 20'ê cotmeha 2000'î de li girtîgehan di heman demê de destpê kir. Bi daxwazên girtina girtîgehên Tîpa Fe û rakirina Qanûna Têkoşîna bi terorê re 816 girtiyan dest bi grevê kirin û piştî mehekê ev vegeriya rojiya mirinê. Di bin navê operasyonên vegera li jiyanê de li girtîgehan operasyon hat kirin û 30 girtiyî jiyana xwe ji dest da.

Li ser daxwaza Abdullah Ocalan girev bi dawî bû

Di 12'ê îlona 2012'an de 483 girtiyên PKK û PJAK'ê li seranserê Tirkiyeyê li 58 girtîgehan ji bo başkirina şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bikaranîna zimanê Kurdî ya di qada cemawerî de grev dan destpêkirin. Girev 68 rojan berdewa kir. Piştî ku pêşiya hevdîtinên bi Ocalan re hat vekirin şûnde li ser daxwaza Abdullah Ocalan grev bi dawî bû.

(be/hu)