Jinên ciwan yên Kobanê xwe perwerde dikin
09:09
Rabîa Êto/JINHA
KOBANÊ - Tevgera Jinên Ciwan li Kobanê xebateke berfireh a perwerdeyê daye destpêkirin. Têkîldarê hemleyê perwerdehiyê Endama Rêvbera TJC'ê Arîn Gabar nirxandin kir.
Li Kantona Kobanê Tevgera Jinên Ciwan (TJC) bi boneya berfireh kirina rêxistinbûna xwe hemleyek perwerdehî dabûn destpêkirin. Endama Rêveber a TJC'ê Arîn Gabar armanca xebata perwerdê nirxand. Arînê diyar kir ku, wan li gundên Kantonê ji bo ku jinên ciwan xwe di warê zîhnî de pêş bixin, xebatên perwerdeyê daye destpêkirin û wiha got: "Em perwerde di derbarê çand-exlaq, rola jinê di şoreşê de, rastiya rêbertî, dîroka jinê û girîngiya perwerdeyê de didin jinên ciwan. Herwiha perwerdeyên parastina cewherî jî têne dîtin."
'Perwerde ji jinên ciwan re bingehek fikrî avadike'
Arînê qala girîngiya perwerdê kir û wiha dewam kir: "Perwerde ji jinên ciwan re bingeheke fikrî avadike, ji bo jin di her qadê de rehet tevbigere û xwe birêxistin bike, ev perwerde dê bingehek girîng avabike."
Perwerde guhertinek mezin di jiyanê de çêdike
Arînê destnîşan kir ku ji ber rewşa şer û koçberî bandorek neyînî ser jinên ciwan avabûye û wiha pêde çû: "Pêwîstî bi xwe rêxistinkirinê heye. Em wek jinên ciwan divê di warê bîrdozî de xwe pêş bixin. Aliyê siyasî û leşkerî xurt bikin. Bêguman bi perwerdeyan re guhertinek nava ciwanan de pêk hatiye. Jinên ciwan beriya bikevin perwerdê û piştî ji perwerdeyê derdikevin guhertineke berçav dijîn.”
Arînê di dawiyê de banga rêxistinbûnê li jinên ciwan kir û got ku divê her jinek ciwan cihê xwe di qadên perwerdê de bigre.
(en/rc)