'Kurdan rêya azadî û serfiraziyê hilbijartine'
09:10
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Rêvebera Kongreya Star di derbarê dagirkirina Cerablûsê nirxand û diyar kir ku, êrîş li hember sîstema Federal a Rojava-Bakûrê Sûriyê pêk hatiye û got ku, bi tecrîdê re dixwazin gelê kurd tangav bikin.
Pîlanên li ser rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên desthilatdar û hegemon de dewam dike û herî dawî dewleta Tirkiyê di bin navê "Mertalê Firatê" bajarê Cerablûsê ku dikeve Bakûrê Sûriyê dagir kir. Di encama vê dagirkeriyê de komkujiyên mezin pêk hat. Têkildarê mijarê Rêvebera Kongreya Star a bajarê Til Temir Gulîxan Tahir nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku, ew ê gelê kurd û ên herêmê vê dagirkeriyê bi tu awayî qebûl nekin.
'Di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê Cerablûs dagirkirin'
Gulîxanê serkeftinên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di hemleya Şehîd û Fermadar Feysel Ebû Leyla de bi bîr xist û êrîşên dewleta Tirkiyeyê wek parçeyek ji valaderxistina pêşveçûna hêzên gel şîrove kir û wiha got: "Piştî serkeftinên li Minbicê û îlankirina Meclîsa Leşkerî ya herêma Babê, herwiha Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê jî hate damezirandin, dewleta faşîst a Tirkiyeyê xwest hêzên gel vala derxe. Ji xwe di wê demê de jî dewleta Tirkiyê û hevkarên wî, di bin navê şerê li dijî DAIŞ'ê herêma Cerablûsê dagir kirin. Dema mirov lê temaşe dike dibîne ku di wê navberê de îtîfaq û yekgirtineke hatiye çêkirin. Di navbera dewleta Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de peyman hate çêkirin. Çeteyan xwe vekişandin û Tirkiyê kete axa Cerablûsê."
Gulîxanê da zanîn ku, di encamê dagirkeriyê de gelên herêmê ziyanek mezin dît û wiha pêl da axaftina xwe: "Li gundewarên Cerablûsê, dewleta Tirk li ser gel komkujî pêk anî. Di vir de xeyalên Erdogan ên vegerandina dewleta Osmanî heye. Bi hêviye ku careke din van herêman bigre dagirkeriya xwe. Lewre bi tunekirina kurdan, êrîşê sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê dike. Dema çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk tîne di rojevê de cihek sereke digre. Lê belê li gund û Cerablûsê dewleta Tirkiyeyê komkujî pêk anî, li hember vê her kes di nava bê dengiyê de ye."
'Çima saziyên mafên mirovan çavên xwe digrin û bêdeng dimînin'
Gulîxanê bêdengiya saziyên mafên mirovan ên li hemberî kiryarên hovane û dij-mirovahiyê yên dewleta Tirkiyeyê ku heya niha bi dehan sivîl qetil kirin, anî ziman û wiha pêde çû: "Çima îro saziyên di bin navê mafên mirovan û aştîxwaziyê kar dikin, li beramberî van êrîşan bêdeng in, çavên xwe girtine. Pir eşkereye ku ger ji Erdogan re ji hêla dewletên navnetewî alîkarî û piştgirî nehatibûya dayîn, dê nekarîbûya wiha êrîşê gel bike û komkujiyan pêk bîne."
'Armanca Erdogan tune kirina kurdan'
Gulîxanê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirkiyeyê ne Cerablûse, gelê rojavayê Kurdistanêye û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirkiyê ne tenê Cerablûs dagir kir, di heman demê de êrîşên xwe li ser Rojava jî zêde kiriye. Li Amûdê şervaneke YPG'ê birîndar kirin, li Dêrik, Girê Spî êrîşê navendên ewlekariyê dikin, yanî eşkereye ku Erdogan dixwaze gelê kurd li vir tune bike. Lê kurd ne ew kurdên berê ne. Kurd êdî rêya azadî û serfiraziyê hilbijartine û dest ji têkoşîna xwe bernadin."
'Sîstema Federal Demokratîk çareseriya bingehîn e'
Gulîxanê destnîşan kir ku, gelên herêmê Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê îlan kirin û wiha domand: "Jixwe sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê xilasiya gelan ji bindestiyê ye û çareseriya bingehîn ji aloziya Sûriyê re ye. Dema Ergodan dît ku çareseriya van pirsgirêkan dê bi pêşengtiya kurdan çêbibe, pir tengav bû. Ji ber vê yekê êrîş li hember Cerablûsê û Rojava pêk tîne."
'Em ê sîstema xwe ya Federal damezirîn in'
Gulîxnê girîngiya damezirandina sîstema Federal jî anî ziman û wiha axivî: "Em ê sîstema xwe ya Federal bi serkeftî damezirinin. Dewlet çiqas astengiyan derxîne jî, hewladanên wan ên valaderxistine çiqas hebe jî, em venagerin. Ev sîstem îradeya gelan e, îradeya gelê herêmê ye. Ji ber vê dê biser bikeve. Ger astengiya derxin, wê rastê têkoşîna me ya mafdar bên. Em dixwazin derbarê rewşa Rêber Apo agahî bigrin. Erdogan dixwaze bi dîlgirtina Rêbertî, gelê kurd tengav bike. Em jê re dibêjin 'ger tu bi êrîş û tecrîdê me tengav bikî, em ê heya dawî li ber xwe bidin'. Gelê me li her derê li Amûdê, Dêrikê, Kobanê û bajarên din ên Rojava dê nîşan bidin ku dagirkeriyê, êrîş û zextan qebûl nakin."
(en/rc)