Heyva Sor xwe bi rêxistin dike

09:11

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Rêvebira Rêxistina Heyva Sor Nesrîn Dawûd diyar kir ku, ji ber dorpêça li ser herêmê derman kême û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Rêvebera Rêxistina Heyva Sor a Kurd Nesrîn Dawûd pirsgirêkên tendûrustiyê yên bajarê Til Temir û herêmê nirxand. Nesrînê anî ziman ku rêxistina Heyva Sor rêxistinek miroviye û wiha got: "Dİ warê tenduristiyê de çi erk dikeve ser milê me em hewldidin ji bo gel pêk bînin. Navenda Heyva Sor a Kurd niha tenê li Til Temirê heye. Piştî êrîşa çeteyan ya sala borî nexweşxane hilweşîbû. Ji ber vê erkê me giran bûye. Bi giştî di her mehê de em bêtirî 1.500 nexweşan derman dikin."

Nesrînê balê kişand ser kêm derfetiyê û wiha domand: "Em hewl didin li gor derfetên heyî pêdiviyên nexweşan ên derman pêşwazî bikin. Lê gelek derman kêm in, dermanên pêwîst di vê demê de yên ji bo nexweşiyên zarokan in. Ji ber germahiya zêde gelek nexweşiyên cuda çêdibe. Ez dikarim bêjim rêjeya nexweşiyan gelekî zêde bûye. Ji xwe hin dermanxane jî dermanan bi buhayê giran difiroşin û ev nayê kontrolkirin."

'Dê nexweşxaneyek were vekirin'

Nesrînê her wiha bi lêv kir ku, ji bo pêdiviyên gel ew ê nexweşxaneyek vekin û wiha pêde çû: "Em ê xebatê nexweşxanê li gorî pêdiviyên gel bi rêxistin bikin." Nesrînê di dawiyê de jî bang li saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rojavayê Kurdistanê ku li jêr ambargo û êrîşên giran de ye derman werin şandin.

(en/rc)