Sîbel hevjînê xwe yê şidet lê dikir kuşt

09:51

JINHA

TEKİRDAG – Sîbel Taylan a ku li navçeya Sarayê dijî parastina xwe ya cewherî bi kar anî û hevjînê xwe yê lê şidet dikir kuşt.

Sîbel Taylan a ku li navçeya Sarayê dijî parastina xwe ya cewherî bi kar anî û hevjînê xwe Engin Taylan ê her dem alkol digirt û şidet lê dikir kuşt. Bi salane hevjînê Sîbelê Engin alkolê digire û li malê şidetê lê dike. Dawiyê Sîbel tahmûl nekir parastina xwe ya cewherî kir û hevjînê xwe kuşt.

Ji bo otopsiyê cenazê Engin Taylan rakirin Tiba Edliya Stenbolê. Sîbel jî girtin binçavan. Sîbel di îfada xwe de got: “Bi şev alkol digirt û tanî malê, ji bo ewê em li hev ketin. Di wê navberê de ji min re xeber got. Min jî tehmul nekir û bivir girtê. Armanca min ne kuştinbû.”

(zt)