Êrîşên li ser gelê Kobanê hate şermezarkirin
10:09
JINHA
GIRKÊ LEGÊ- Meclîsa Gel a Girkê Legê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê li ser gelê Kobanê daxuyanî da û da zanîn ku, tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne.
li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê ya Kantona Cizîrê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava û bi taybet Kobanê, Meclîsa Gel daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevserokê Meclîsa Gel a Girkê Legê Ebdulselam Ebas ve hate xwendin û wiha hate gotin: "Em wek gelê Girkê Legê bi hemû sazî û dezgehên xwe ve zêdegavî û êrîşên dewleta Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Erdogan bi navê Mertalê Firatê dixwaze Minbic û Rojavayê Kurdistanê hedef bigire. Êrîşê Kobanê dike, em jê re dibêjin ew berxwedana kobanê bi pênûsên zêrîn hatiye nivîsandin û tu hêz nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ev gel dê liberxwe bide, ji Ava Mezin, ji Dêrika Hemko hata Efrînê. Îro tevahiya gelê kurd li pişt Kobanê ye. Em van êrîşan şermezar dikin."
Daxuyanî bi diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bimre Erdogan" dawî bû.
(rd/en/rc)